Wezîrê Berevaniyê Yê Almanya Boris Pistorius got ku artêşa Almanya heta sala 2030î nikare bi tevahî valahiyên xwe yên heyî dagire, di demekê de ku Berlîn hewl dide hêzên xwe yên çekdar ji nû ve nû bike piştî dagirkirina Rûsyayê bo ser Ukraynayê, piştî piştguhavêtineke bi dehan salan.
Pistorius di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Welt am Sonntag re ya ku roja şemiyê hatî weşandin de got, "Em hemî dizanin ku heya sala 2030î valahiya heyî bi tevahî nayê dagirtin. Dê bi salan bidome. Her kes vê yekê dizane."
Pispor dibêjin, leşkerê Alman (Bundeswehr) yê ku ji dawiya Şerê Sar û vir ve ji jiber weberhênanên kêm yên bi dehsalan jixwe xerab bûy, eve saleke di rewşek hîn xirabtir de ye ji ber ku çek û teqemenîyên ku dayne Ukraynayê, bi piranî hîn nehatine guhertin
Pistorius şandina zêdetir çekên artêşa Almanî (Bundeswehr) ji bo Ukraynayê sereray sozên hatine ragihandin red kir.
Pistorius got "Em bi eşkereyî dibêjin, mîna neteweyên din, me kogeheke sinordar heye. Wek wezîrê berevaniya federal, ez nikarim her tiştî bidem".
Wezîrê ku di destpêka vê salê de hatî ser karî, got ku zêdekirina budceya berevaniyê ji bo ku bigihêje armanca lêçûnên NATOyê ya 2% ji berhemhênana neteweyî, ji dora 1.5% ya nuha, pêşîniya wî ya herî mezin bû.
Wî got jî "Eger ew di dawiya demê qanûnî de bête destpêkirin, wê demê ez ê razî bim,".
Almanya herwiha libere ku di sala bihêt de erkeke deryayî li herêma Hind-Pasîfîkê bike û hevkarîyên xwe ligel welatên sereke yên herêmê re, wek Japon, Australya, Hindistan, Endonezya, Korya Başûr û Sîngafurê xurtir dike, wî got, azadiya hatinûçûna Ewropayê di deryayan de rastî astengîyan dibe.
Çavkanî: Reuters