Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dibêje Divê Ewrupî Ji Bo Parastina Xwe Tevgereke Lezgîn Bikin


Wezîrê berevaniyê yê Almanya Boris Pistorius
Wezîrê berevaniyê yê Almanya Boris Pistorius

Wezîrê berevaniyê yê Almanya îro Şemîyê ragihand ku di dawîya vê dehsalê de egera derketina gefên leşkerî yên nû hene û wî got ku loma jî welatên Ewrupî bo baştir parastina xwe divê tevgereka lezgînî pêk bînin.

Wezîr Boris Pistorius ev daxuyanî di hevpeyvînekê bi rojnameya Welt am Sonntag ya Almanî de, da.

" Divê em Ewrupî bêtir bi lezîn in da ku ewlekarîya li parzemîna xwe piştrast bikin, jiber ku bo zêdekirina hilberîna Ewrupa ya çekan wê dem bigire. " wî got.

“Rûsya hilberîna çekan pir zêde kiriye da ku dagirkerîya xwe ya li Ukrayna bidomîne, dema ku ew li dewletên Baltîk, Gurcistan û Moldova jî gefan dixwe , “Pistorius got. Wî balkişand ku pêkan e ku Amerîka bala xwe ya leşkerî ji Ewrupa ber bi Hindo-Pasfîkê ve veguherîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG