Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Almanî Alîkarîya Hewlên Rizgarkirina Xelkê Ji Ziyanên Lehiyan Dikine


Leşkerên Almanya alîkariya hewlên rizgarkirina xelkê kir piştî lehiyên karesat li Rojavayê Ewrupa ku di encamê de bêhtirî 150 kesî jiyana xwe ji dest da.

Polis got ku bêhtir 90 li navçeya Ahrweiler ya rojavayê Almanya jiyana xwe ji dest dane û metirsî heye ku qurbanî hîn bêhtir bibin.

Çel û sê kesên din li wîlayeta North Rhine-Westphalia, ku wîlayeta herî bi qerebalixa ya Almaya ye, jiyana xwe ji dest dan.

Dezgeha RTBF ya Belcîkî ragihand ku hejmara kuştiyan li Belcîka îro şemiyê bûye 27 kes.

Îro Şemiyê lehî li piraniya wan herêmên ziyanbar kêm bûn lê berpirs ditirsin ku renge termên bêhtir di otombêlên bi ber lehiyê ketî de bibînin.

Jêder: Associated Press

XS
SM
MD
LG