Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dibêje Geştiyarekî Wê Li Îranê Hatiye Girtin


Avahiya Wezareta Derve ya Almanya
Avahiya Wezareta Derve ya Almanya

Wezareta Derve ya Almanya roja Şemiyê got ku geştiyarekî Almanî li Îranê hatiye girtin û nexwest ku hûrguliyên zêdetir bide ji bilî ku wî kesî alîkariya konsulî werdigirt.

Wezareta navxweyî ya Îranê derbarê vê girtinê de agahî nedan.

Nûçeya desteserkirinê piştî girtina komek kesên biyanî û welatiyên xwedî du nasname ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve di salên dawî de, bi piranî bi tawanên sîxurî û jinavbirina ewlekarî.

Komên mafên mirovan dibêjin Îran van girtinan û bi riya çêkirina tawanbariyên wiha, wek taktîkekê ji bo wergirtina deskeftan ji derve bikar tîne. Tehran vê yekê red dike.

Di Hezîranê de, dadgeheke pêdaçûnê ya Îranî cezayê nêzîkî neh salan ji bo geştyarê Fransî Benjamin Briere bi tawanên sîxuriyê piştrast kir, nêzîkî du salan piştî ku ew li nêzîkî sînorê bi Turkmenistanê re ji ber wergirtina wêneyan bi dronê hate girtin.

Di Tîrmehê de, Îranê got ku wê welatiyekî Swêdî bi tawana sîxuriyê girtiye, çend hefteyan piştî ku dadgeheke li Stockholmê karbidestekî berê yê Îranî bi tawanên cengê ceza kir.

Dadgeheke Îranî niha Jamshid Sharmahd, îranî yê Alman ku bi rêberiya komeke çekdar a opozîsyonê tê tawanbarkirin, dadgeh dike.

Tehran got ku di sala 2020an de xizmetên wê yên îstîxbaratê bêyî ku hûrgulîyan bide, Sharmahd yê ku li Amerîkî dima girtiye. Malbata wî got ku ew di dema serdana Dubai de hatiye revandin.

Di Tebaxa borî de, dadgeheke Îranî çalakvana mafên mirovan a Almanî-Îranî Nahid Taghavi bi zêdetir ji 10 salan zîndanê bi tawanên ewlekariya neteweyî mehkûm kiribû.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG