Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Bang li Îranê Dike ku Derfeta Danûstandinên Aştîyê ji Dest Nede

Hikûmeta Almanyayê îro Pêncşemê bang li Îranê kir ku derfeta berdewamkirina gotûbêjên aştîyê yên ligel Amerîkayê bikar bîne û anî ziman ku divê Tengava Hormuzê herdem vekirî bimîne.

Piştî ku danûstandinên aştîyê yên 11'ê Nîsanê li Îslamabadê têk çûn, Îranê bi rîya vîdyoyekê kontrola xwe ya li ser tengavê nîşan da. Di vîdyoyê de diyar dibe ku leşkerên Îranê digirin ser keştîyeke mezin li nav tengavê.

Amerîkayê dixwest ku bi van danûstandinan rêka deryayî ya stratejîk vebe.

Hikûmeta Almanyayê di daxuyanîyekê de got ku gera duwem ya danûstandinên di navbera herdu alîyan de gaveke girîng e ji bo vejandina aştîyê.

“Hikûmeta Federal piştgirîya dirêjkirina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de dike. Ev yek ji bo civînên dîplomatîk ên li Îslamabadê gelekî girîng e, da ku aştî çêbibe û şer mezin nebe. Divê Îran vê derfetê bikar bîne,” daxuyanîya hikûmeta Almanyayê got.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê agirbesta di navbera Washington û Tehranê de dirêj kir, bêyî ku demekê destnîşan bike. Agirbesta du hefteyî, ku 8'ê Nîsanê destpê kir, roja Çarşemê dê bidawî bibûya.

This item is part of
XS
SM
MD
LG