Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Almaniya Alîkariya Jibo Şerê Li Dij DAIŞê Dipejirîne


Parlemanê Almaniya

Roja Înê 4.11.2015 Parlemanê Almaniya bi piraniya dengan daxwaza hikûmeta Berlînê ya jibo xûrtkirina hevkariyan ya şerê li dij Daişê pejirand.

Rezamendiya Parlemanî bi 445 dengên erê li hember 146 dengan, zêdekirina hevkariyên leşkerî di hevpeymaniya navnetwî de ya şerê li dij Daişê erê kir, piştî erê kirina daxwaza şêwirmend û serok hikûmeta Almaniya Angela Merkel ji aliyê palermanê de, dê Almaniya 1200 leşker û 6 Firokên Tornado û Firokên ji asmanan enerjiyê didin tevlî hevpeymanaiya navnetewî ya şerê li dij Daişê bike.

Firokên Tornado
Firokên Tornado

Herweha Almaniya dê hind gropên leşkerên pispor bişîne ser Gemiya cengê (Charles de Gaullel) ya Firensî ku, niha li rojhilatê deryanaverast dimîne, firokên Frensî ji ser pişta gemiyê êrîşan dike armancên Daişê li Iraq û Sûriyê.

Herweha Almaniya plankiriye da ku, di heftiya bê de, 2 Firokên Tornado bişîne bingehê asmanî yê Incerlîk li Tirkiyê, bi mebesta xûrtkitrina şerê li dij Daişê.

XS
SM
MD
LG