Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Ser Diskotekê de li Almanya Kesek Îraqî Tê Kuştin


Polîsê Alman daxûyaniyek derbarê êrîşa çekdarî de, yaku li diskotêka bajarê Konstanz pêkhatî weşand, di daxûyaniyê de tê zelakirin ku kesekî Îraqî di seat 4:30 serê sobeya Yekşemê de, piştî ji diskotekê derdikeve êrîşî polîsan dike, di encama bersivdana polîsan de êrîşkar birîndar dibe, şûnde ji egera birînê li nexoşxaneka bajêr jiyana xwe ji dest dide, herweha efserkî polîsan jî, di êrîşê de birîndar dibe.

Berdevkê polîsan gotiye Mediya Almanî, ew dûr dibînin ku têkiliya êrîşê bi çalakiyek teroristî ve hebe.

Daxûyaniya polîsan zelal dike ku, êrîşkar Îraqî yê û 34 salîye, ev demek dirêje li Almaniya dimîne, ne kesekî penabere.

Ev êrîşa çekdarî du rojan piştî êrîşa bajarê Hamburg pêkhat, dema kesekî penaber yê mafê penaberîyê ne stendîye, bi kêran êrîş bir bû ser bazarekî, kesek kuşt û 6 kesên din birîndar kirin.

Êrîşa Çekdarî li Diskoteka Kansaz li Başûrê Almanya
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:59 0:00

XS
SM
MD
LG