Breaking News

Almanya Dibêje wê Du Endamên Komeke Terorîst Girtine

Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Nivîsgeha Dozgerîya Federal a Almanyayê du endamên gumanbar ên komeke terorîst a Îslamîst li bajarên Heidelberg û Kolnê girtin, li gorî ajansa nûçeyan a Almanî dpa.

Tê îdîakirin ku ev kom, di nav tiştên din de, di meha Adarê de plana êrîşeke li dijî sînagogeke cihûyan li bajarê Kolnê, ku dikeve rojavayê Almanyayê, amade kiriye.

Li gorî daxuyaniyeke saziya herî bilind a dozgeriyê ya Almanyayê li Karlsruheyê, li çend cihên li eyaletên federal ên Baden-Wurttemberg, Nordrhein-Westfalen û Hessenê jî operasyonên lêgerînê hatine lidarxistin.

Li gorî agahiyên hatine dayîn, tê gotin ku yek ji wan du kesên Îraqî yên hatine girtin, zilamekî nas dike ku tê îdîakirin di nava komeke terorîst a Îslamîst a bi navê HAYI (Harakat Ashab al-Yamin al-Islamia) anko, Tevgera Xwedîyên Sondê ya Îslamî de roleke sereke lîstiye û li Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê bi sûcan tê tawanbarkirin.

XS
SM
MD
LG