Kovara Almanî Der Spiegel li ser zarê Steinmeier ragihand ku serokê Almanya Frank-Walter Steinmeier daxwaza sazkirina dadgeha tawanên şer li dijî serokê Rûsyayê Vladimir Putin û wezîrê derve Sergey Lavrov dike.
"Her kesê ku berpirsîya wan tawanan heye, divê xwe rave bike. Di nav wan de leşker hene. Di nav de fermandarên leşkerî jî hene. Û helbet di nav wan da berpirsên sîyasî jî hene," Steinmeier ji Der Spiegel re got.
Ukraynayê Rûsya bi jenosîd û tawanên şer tometbar dike. Lê, Kremlînê Sêşemê ew îdiay ên Rojavayî ku dibêjin hêzên Rûsî sivîl li bajarokê Bucha kuştine bi tundî red kir.
Kremlînê ew îdia wek sextekarîyek dirindane bi nav kir û got ku ew jibo rûreşkirina artêşa Rûsî û rewakirina ambargoyên nû yên Rojavayî têne kirin.