Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Geverê di Otomobîla Polîsekî de 52 Kîlo Peqemenî Hatin Girtin


Explosives found in the vehicle of a police officer in Yuksekova
Explosives found in the vehicle of a police officer in Yuksekova

Li bajarokê Gevera (Yuksekova) Hekarîyê berha hefteyekê di otomobîla polîsê bi navê A.K. de 52 kîlo û 500 gram madeyên peqînkar hatibûn girtin. Dadgehê derheqa A.K. de bîryara girtinê da û ew şand zîndanê.

Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu bûyer piştrast kir û got ku teqemenî ji alîyê bakurê Îraqê ve hatiye.

Soylu got ku polîsê bi navê A.K. li Stenbolê dixebitê.

“Me di sala 2019’an de jiber sûcekî edlî ew ji kar dûr xistibû. Yanî ew jiber dizîya kabloyê ji kar hatibû derxistin. Paşê dîsa bi bîryara dadgehê ew vegerî ser kar. Me jî ew pişt re veguheste cihekî din û ew jî diçe Stenbolê. Armanc Stenbol bû.” Soylu got.

Rêvebirê Baroya Wanê Kadîr Kutevî bal kişand ku li otomobîla endamekî hêzên ewlekarîyê madeyên ûeqînkar derdikevin.

“Niha li Tirkîyê hindik be jî rewşek baş heye ku pirgirêka Kurd û Kurdistanê pêş ketiye û tê nîqaş kirin. Lê jiber ku hiqûqa navxweyî baş nayê xebitandin, dîsa hêzên tarî ketine nava tevgerê û dixwazin berha hilbijartinê di nava gelê Kurd û Tirk de pirsgirêkan derxin.”

Kutevî got ku hiqûqa Tirkîyê bo ronîkirina bûyerên bi vî rengî ne azad e. Wî îdia kir ku dadgeh wê mîna bûyerên dîn ser vê mijarê jî bigirin.

Parêzer Kutevî hêvî kir ku divê hiqûqzan, hêzên demokratîk ên Kurd û Tirk bi hevre li hember wan bûyerana bisekinin.

Ji alîyê din ve parlamanterê Partîya Karkerên Tirkîyê (TKP) yê Stenbolê Ahmet Şik, li meclîsa Tirkîyê bi pirsnameyek ji Soylu derheqê desteserkirina teqemenîyê de agahî xwast.

Lê, heya amadekirina vê raportê, ji alîyê Soylu ve jî bilî daxuyanîya destpêkê ti bersîv nehatiye dayîn.

AA_03_28_22_Polîs_Peqemenî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:54 0:00

XS
SM
MD
LG