Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtîyên Doza Gezîyê bi Peyameke Hevbeş Kiryara Xwe Diparêzin


Do roja Yekşemê karsazê xêrxwaz Osman Kavala jî di nav de 7 kesên ku ji doza Gezî hatibûn girtin, ji zindanên Sîlîvrî û Bakirkoyê yên li Stenbolê peyamek hevbeş da bîragiştî.

Wan di peyamê de got ku ewê edalet, biratî, wijdan, azadî û bêguman Gezîyê biparêzin. Yan wê kîndawî û quretî bi ser bikeve yan jî demokrasî wê serketî be.”

Di peyamê de roja dayikan û taybetî Jî roja Dayikên Gezîyê yên ku jiber tundîya polîsan zarokên xwe hinda kirin, hate pîroz kirin.

Li alîyekî din ve jî girtîyên ji doza Gezî spasîya rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, sîyasetvan û hwd. yên ku piştgirî dan wan kir.

“Bi mîlyonan mirovên ku ji 25’ê Nîsanê û vir ve dengê xwe bilind kirin û li dijî neheqî, derew û bêhiqûqîyê derketin, hêvî û hêza me zêde kirin.”

Bi vê ve giradayî ji Taksîm Dayanışması (Hevgirtina Taksîm) Akîf Burak Atlar jî dîyar kir ku ew ji roja yekê heta niha jibo pêşeroja Tirkîyê dixebitin.

Akif Burak Atlar
Akif Burak Atlar

“Biryara dozê Gezî bi temamî dijî hiqûqê ye û biryareke sîyasî ye. Em vê biryarê nas nakin û heta dawîyê emê berxwe bidin. Jiber ku em di Gezîyê de bi awayekî mafdar jibo pêşeroja Tirkîyê û demokrasî xebitîn. Ev hesab li vir nehat girtin û emê hevalên xwe ji zindanê derxin. Herwiha em bawer dikin ku di dawîya pêvajoyê de demokrasî û edalet dê serbikeve.”

Hêjayî gotinê ye ku 25 Nîsana borî de dadgeheke li Stenbolê di doza “Parka Gezî” de ku Kavala jî di nav de 17 kes dihatin darizandin biryara xwe ya dawî dabû.

Heyeta dadgehê bi tawana “Bi zor û tundîyê hewldana hilweşandina hikûmeta Tirkîye û astengkirina erka wê” cezayê heta hetayê yê girankirî dabû Kavala ku ew ev ji 4 sal û nîvan zêdetir bû li zindana Sîlîvrî ya li Stenbolê dihat girtin.

Dîsa di rûniştina vê dozê de ku 16 kesên din jî dihatin darizandin. Heyeta dadgehê jibo Mucella Yapici, Çigdem Mater, Hakan Altinay, Mine Ozerden, Can Atalay, Tayfun Kahraman, Yîgît Alî Ekmekçî 18 sal cezayên zindanê birîbû û biryara girtina wan dabû.

MEB_5_9_22_Peyama_Girtîyên_Doza_Gezî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00
XS
SM
MD
LG