Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ghebreyesus: Yê Herî Xirab Hîn Nehatiye


Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ser vîrusa korona hişyarîya pêla duyê kir.

Ghebreyesus dîyar kir ku ew ketine fikaran ku rewiş ber bi rojên hîn xirabtir biçe.

‘’Yê herî xirab hîn nehatiye û ez jiber van gotinan xemgîn dibim. Lê di van şertan de em ketine fikaran ku ya herî xirab were,’’ Ghebreyesus got.

Wî bi bîr xist ku pandemîya cîhanî didome û da zanîn ku jiber sistkirina tedbîran her tişt jinûve wek pêla duyê ya vîrusa korona pêk were.

Li gor axaftina Ghebreyesus, dewletan xwestine ku aborîya wan jinûve destpê bike û jiber vê vîrusa korona belav bûye û pêketîyên wê jî zêde bûne.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê pirtir ji 10 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 500,000 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG