Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Êrîşeka Esmanî li Gûta Sûrî bi Dehan Kes Dikuje


Çalakvanên opozisyona Sûrî ragihandin ku bi dehan kes hatin kuştin û birîndar kirin di êrîşeka esmanî de li bajarokekî herêma Gûta Rojhilat ku di bin destê serhildêran de ye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, got 30 kes îro Şemiyê hatin kuştin li bajarokê Zemalka. Wê got êrîşê gurûpeka xelkê kirin armanc ku hewil didan birevin herêmên bin destê hikûmetê.

Berevaniya sivîl a opozisyonê got êrîşê bi dehan kuştin û birîndar kirin û tîmên tenduristî hewil didin alîkariya xelkê bikin.

Ji roja Pêncşemê ve, bi deh hezaran rûniştvanên Gûta Rojhilat reviyan bo navçeyên bin destê hikûmetê.

Tilfizyona fermî ya Sûrî hin girteyên vîdyo belav kirin ku diyar dikin çawa bi sedan jin û mêr û zarok derdikevin ji bajarokê Hamûriye ku di van rojên dawî de ket bin destê hêzên hikûmeta Sûriyê.

XS
SM
MD
LG