Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Sêşemê ragihand ku di êrîşên hikûmeta Sûrî de, herî kêm 45 kes li Gutaya rojhilat hatin kuştin.
SOHR da zanîn ku di êrîşên esmanî û yên hawanî yên roja Duşemê de nêzî 100 kes hatin kuştin.
SOHR bi kuştinên îro yên li Gutaya rojhilat Şamê tawanbar dike. Ew dever cîhê dawî yê li nêzî payaxt Şamê ye ku di destê serhildan de ye.
Xaça Sora Navnetewî xema xwe li ser rewşa Gutaya rojhilat ragihand û li ser Twitterê got ku "Ev nikare wiha berdewam bike."