Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Kesên Din ji Gutaya Rojhjilat Derketin


Bi hezaran kes, di çarçoveya peymaneke bi navbeynkarîya Rûsya de, îro Sêşemê ji Gutaya rojhilata bin kontrola serhildayan hatin derxistin ku ber bi sînorê Tirkyê ve werin veguhastin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) radihand ku nêzî 7,000 kes ku piranîya wan şervan û malbatên wan in, demeke zûtir ya îro bi 100 otobusan ji Guta derketin.

Ji roja Pêncemê vir ve gelek serhilda, qayil dibin ku ligel malbatên xwe ji Guta derkevin û ber bi Îdlibê herin, piştî ku ew li hember êrîşên hikûmeta Sûrî û yên Rûsî şikestin xwarin.

Çavdêr bal dikşînin ku vekişîna serhildayan ji Gutaya rojhilat, piştî derketina ji Helebê 2016’an de, têkçûna herî mezin ya serhildayên dijî serokê Sûrî Beşar Esad e.

XS
SM
MD
LG