Çend xalên li Girêsipî û Serêkanîyê di vê dawîyê de bûn armanca êrîşên esmanî yên firokên nenas.
Rûniştvanên deverê ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku ti zîyanên madî yan canî di encama wan êrîşan de çênebûne.
Rûniştvanê bajarokê Hemamê ya rojhilata Girêsipî, Ismaîl Hesen ku got ku yek ji mûşekên ku li hawirdora bajarok ket heta nihe nepeqîye û ew di bin tirsa peqîna wê de dijîn.
Tevî ku komên çekdarên Sûrî yên bi ser Tirkîyê ji rûniştvanên deverê re dibêjin ku ew firokên rejîma Sûrî ne, rojnemevan Ridwan Bêzar bawer dike ku ew balafir yên hevpeymana navdewletî ne.
“Firokên koalîsyonê xalên rêxistina Huras Al Dîn, ku bermayîyên DAIŞê ne, armanc kirin. Ew yek piştî rûniştina ji Rûsya û Tirkîyê ya dawî ya bi Îranê re ji wna her du dewletan re peyamek e,” Bêzar dibêje.
Hêjayî balkişandinê ye ku piştî dagirkirina Girêsipî û Serêkanîyê ji alîyê Tirkiyê ve, cara yekê ye ku ew dever ji alîyê balafiran tê armanc kirin.