Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Girêsipî Navbera Gundîyan û Komên Çekdar de Şer Derket


Bajarê Girêsipî

Di encama şerekî navxweyî di navber rûnştivanên gundê Meşhûr yê rojhilata bajarê Girêsipî û koma çekdar Cebhe el Şamîye ya ser bi Tirkîyê ve, sivîlekî bi navê Beşar Seîd jiyana xwe ji dest da û kesekî din yê bi navê Husên Ahmed jî birîndar bû.

Herwiha li gor çavdêrekî ji bajarê Girêsipî 3 endamên gruba çekdar hatin kuştin, piştî ku koma bi navê Ehrar Elşerqîyê piştgirîya gundîyan kir.

Rojmemevan Ridwan Bêzar, ku ji Girêsipî ye û rewşa bajêr ji nêzve dişopîne, ji Dengê Amerîka re got ku endamên El Şamîye ji Îdlibê û Şamê ne û hewil dan ku milke kesekî ji gundê Meşhûr li bazara bajêr talan bikin û di encamê de ew şer qewimî û rûniştvanên bajêr piştgirî dan hev.

Bêzar da zanîn ku şer nêzî 4 saetan berdewam kir û tevî ku niha pevçûn sekinîne hîn pirsgirêk berdewam e.

Hîjayî bîrxistinê ye ku ji destpêka dagirkitina Girêsipî û Serêkanîyê vie be carna pevçûn di navbera grubên çekdar de, bi sedema lihevnekirina ser mal û milkên xelkê taybetî yên Kurdan diqewimin.

Lê, carê yekê ye ku di navbera rûniştvanan û komeke çekdar de şer derdikeve û kuştin çêdibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00

XS
SM
MD
LG