Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xalid Berkel: Pêkhatîyên Girêspî Dixwazin bi Hevre Bijîn


Meclîsa Rûsipiyên bajarê Girêspî îro di kombûneke taybet de biryar girt ku rêvebiriyeke xweser li wî bajarî were danan.

Li gor biryarê, sîstema hevseroktî li Girêspî bi cîh tê û 9 komîteyên xebatê tên ava kirin.

Cîgirê Serokê Desteya Rêvebir yê Kantona Kobanê Xalid Berkêl ku di wê civînê de amade bû, ji Dengê Amerîka re girîngîya biryara rêvebiriyeke xweser dinirxîne.

Birêz Berkêl dibêje, Kurd, Ereb, Ermenî, pêkhatîyên gîş li Girêspî bi vê biryarê nîşan didin ku dixwazin bi hevre, di nav aramîyê de bijîn.

Berkel bal dikşîne ku li Girêspî kantoneke nû nehat damezrandin, lê ev rêvbebirîya nû dibe beşeke Kantona Kobanê.

Xalid_Berkel_10_21_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:31 0:00

XS
SM
MD
LG