Li gundê Meşhur Fawqanî ya Girêspî ku li rojhilata bajêr e, berî çend seetan şerek di navbera YPG û grubeke DAIŞ de derket.
Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl ji Dengê Amerîka re êrîşa DAIŞê piştrast kir û anî ziman ku çekdarên DAIŞê dorpêçkirî ne û hejmara wan ne pir e.
Li alîyekî din rojnamevanê Kurd ji bajarê Girêspî Ridwan Bêzar tekez kir ku şer bi dawî hat û YPG operasyona paqijkirina gundan berdewam dike û endamên DAIŞê hemî hatin kuştin.
Bêzar anî ziman ku birîndarên sîvîl hebûn û hin ji wan derbasî Tirkîyê bûn û yên din jî ber bi Kobanê ve hatin veguhestin.