Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gêlo Îsa: Kesên ku ji Rizgarbûna Girê Spî Eciz in Nûçeyên Derew Belav Dikin


Ala YPG li derîyê navbera Akçakale û Girê Spî
Ala YPG li derîyê navbera Akçakale û Girê Spî

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi piştgirîya Volkana Ferat û êrîşên esmanî yên Amerîka bajarê Girê Spî (Til Abyad) rizgar kir.

Bi vê serkeftina girîng, êdî her du herêmên Kurdan, Kantona Cizîre û Kantona Kobanê giheştin hevdu.

Di vê demê de ku Kurd û dostên wan bi azadkirina Girê Spî şabûna xwe didomînin, hîn alîyên Ereb û karbidestên Tirk jî îdia dikin ku YPG paqijkirina etnîkî li hember Ereban pêk tînin.

Gêlo Îsa, endamê Komîteya Navendî ya Partîya Demoqrata Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) îdiayên wiha bi tundî red dike û wek propogandaya dijî Kurdan nav dike.

Îsa dibêje, kesên ku tiştên wiha belav dikin, ji serkeftina Kurdan pir eciz in û qebûl nakin ku Kurd mafên xwe wergirin.

"Bajarê Girê Spî wek tevahîya Sûrîyê cîhê hevrejîyanê ye û mafê kesekî tune ku vê yekê ji holê rake. Gelê Girê Spî pir dilxweş e ku ji DAIŞ rizgar bûye."

Gelo_Îsa_6_16_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:11:41 0:00

XS
SM
MD
LG