Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Girêdayî Kuştina Qîza 14 Salî, Bergumenekî Tirk Desteser Kir


Karbidestên Almanî îro Pêncşemê ragihand ku wan girêdayî destdirêjîya seksî û kuştina qîzeke 14 salî, hemwelatîyekî Tirk yê 35 salî desteser kiriye.

Polîs didine zanîn ku ew li bergumanekî din digerin ku penaxwezekî Îraqî ye û navê wî jî Alî Beşar e. Li gor polîsan Beşar berê jî tawanên wek dizî kirine û wî hefteya borî ji ser Tirkîyê, ligel malbata xwe bi firokê çûye Îraqê.

Beşar di Cotmeha 2015’an de dema pêlên mezin yên penaberan de giheştiye Almanya û jibo rawestandina dersînorkirina xwe hewil dida.

Kurekî 13 salî yê penaber roja Yekşemê çûbû polîsxaneyekî polîsan ya li Wiesbaden û ji wan re gotibû ku keça 14 salî bûye armanca destdirjîya seksî û dû re ji alîyê Beşar hatiye kuştin.

Keça behskirî di 22’ê Gulanê de hinda bûbû û termê wê roja Çarşemê li dervayê bajarê Wiesbaden hatibû dîtin.

XS
SM
MD
LG