Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê jiber Belavbûna Korona Daxwazên Berdana Girtîyan Zêde Dibe


Rêxistinên sîvîl yên li Tirkîyê bal dikşînin ku bi belavbûna vîrusa korona, metirsîya ser girtîyên li zîndanan jî giheştiye asteke bilind.

Hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jî jibo beşek ji zîndanîyan serbest berde, hewil dide zagonek nû derxîne.

Çavkanîyên nêzî hikûmetê destnîşan dikin ku zîndanîyên jiber sûvên “teror, tiryak, kuştin û destdirêjîya seksî” hatine girtin, dervayê van guhartinan dê werin girtin.

Endamê Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHP) parêzer Cemal Demîr dibêje ku pêşnîyarqanûna ku ji alîye hikûmetê vê tê amade kirin, dijî makezagona Tirkîyê ye.

“Di qanûna bingehînê xala 10'an de dibêje ku li pêş qanûnan herkes wekhev e. Herwiha di Peymana Mafê Mirovan de jî heman tişt tê dîyar kirin.”

Hevseroka Komela Xizmên Zîndanîyan (TUHAD-DER) Kudret Temel jî di vê çarçoveyê de got ku derfetên zîndanîyan yên hember parastina vîrusa korona tuneye û girtî jî jiber vê yekê di nava fikarê de ne.

“Di nava çar dîwaran de girtî nikarin xwe ji vê vîrusê biparêzin. Di destê wan de ne berdev anku mask heye ne jî lepik. Malbatên girtîyan di nava metirsîyê de ne û li bendê ne ku zarokên wan werin berdan.”

Hevserok Temel bang li Wezareta Dade ya Tirkîyê û parlamanê kir ku jibo çareserkirina wê pirsgirêkê pêngavên rewa bavêjin.

Li gor jêderên Wezareta Dadê niha li zîndanên Tirkîyê pirtir ji 300 hezar girtî hene û çaverê ye ku ew di hefteya pêş de were rojeva parlamana Tirkîyê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:22 0:00

XS
SM
MD
LG