Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Revîna 21 Girtiyan ji Zîndanên Îraqê Û Lêpirsîna li Dij Polîsan


Arşîv: Polîsê Îraqê
Arşîv: Polîsê Îraqê

Roja Yekşemê lêpirsîn li dij polîsan hat detpêkirin, piştî ku di bûyerê herî nû de 21 girtî ji girtîgehê reviyan, ku bûyer balê dikişîne ser lawaziya sistema ewlekariyê li wî welatî.

Ji girtiyên revî 10 kes cardî hatin desteser kirin, girtiyên ku ji girtîgehê revîbûn, her hemî bi tawanên terorê û narkotîkê tawanbar in.

Hin girtiyên revî êvariya roja Yekşemê cardî hatin desteser kirin piştî ku serê sibeya Yekşemê helmeta lêgerînê dabû destpêkirin.

Wezîrê Hindrîn yê Îraqê demûdest fermana "Girtina hemî polîs û efseran da yên ku berpirsin" ji girtîgeha qeza Hîlal li parêzgeha Al Musana ya başûrê Îraqê ku 300 kîlometran dûrî paytext Bexda ye, û lêpirsînên derbarê bûyera revîna girtiyan dom dike.

Malpera Kenalê Alhurra TV ya Amerîkî ku weşana xwe li virgina bi zimanî erebî dike hin perçeyên video weşandin dema revîna giriyan nişan dide.

Demûdest nehat zanîn ku şêweyê revîna girtiyan çawan bûye, lê li Îraqê ku gendeliyê ew welat wêran kirîye, pirranî girtî direvein dema ku hêzên ewlekariyê mûçeyan werdigirin, yanî li hember wergirtina pere girtî dikarin ji girtîgehan birevin.

Herwiha hin girtiyên din bi riya alîkariya grûpên çekdar û eşîretan ku pirr caran xwedî çekên giranin jî dikarin birevin.

Rêxistina Zelaliya Navnetewî, Îraq di rêza 21ê ya welatên herî gendel de danîye. Nîva Adarê li bajarê Amarah ku ew jî li başûrê welate, grûpeke çekdar ya bihêz ku alîgira Îranê ye bi cilên hêzên ewlekarîya şiyabûn bazirganên narkotîkê rizgar bikin, dema ku polîsan girtî dibirin dadgeha bajarê Amarah.

Parêzgarê Al Musana derbarê girtiyên revî soz daye û gotiye "herkesê girtiyekê revî bigire dê xelatekê madî bidin wî". Li aliyek din efserên rizgarkarên yasayê ji serok eşîretan daxwaza alîkariya girtina kesên revî dikin.

Pirsa revîna girtiyan ji zîndanên Îraqê pirsek hestiyare, jiber ku hezaran Îraqî û kesên biyanî bi tawana "Terorê" hatine girtin li van salên dawiyê, bi taybet girtiyên ji endamên Dewleta Îslamî DAIŞ'ê.

Bi şêweke rêxistinî grûpên cîhadî ji girtîgehên Îraqê bi wêrekî reviyane, û soz dane ku ew dest bi êrîşên tolhildanê bikin.

Rêxistin û Çalakvanên mafên mirovan her tim gilî û gazinde ji rewşa girtîgehên Îraqê kirine, çavkaniyekî ku li girtîgehên Îraqê kar dike gotiye ajansa AFP jorên ku bo 10 kesan hatine terxan kirin, piranî 50 kesên girtî dixin wê jorê.

Kêm caran girtî tên zepkirin dema ku dibin xwedî telefon yan jî pêzanînan eşkere dikin di dema serdanên malbatî de.

XS
SM
MD
LG