Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aleksî Navalny li Girtîgeha Herêma Vladimir Tê Girtin


Aleksî Navalny

Li ser hesabê Instagramê yê rexnegirê Kremlinê Aleksî Navalny îro Duşemê hat ragihandin ku ew li girtîgeha li herêma Vladimir ya bakurê rojhilata Moskowê tê girtin.

Ev girtîgeha bi rêgezên xwe yên tund tê zanîn ku hat destnîşan kirin ku Navalny li beşa ewlehîya bilind vê girtîgehê tê girtin.

Tîma dadmendî ya Navalny hefteya borî dîyar kiribû ew ji girtîgeha Kolchugino ya nêz hatîye veguhestin û ji wan re nehatiye gotin ku ew birinê kîja zindanê.

Cihê rastîn yê Navalny heya ev agahdarîya îro nedîyar bû.Navalny yê 44 salî, rexnegirê sîyasî yê herî navdar yê serokê Rûsya Vladimir Putin e.

Ev di Rêbendana 2021'an de ji Almanya vegeriyabû Rûsyayê lê, li balafirgehê hatibû desteser kirin û 2'ê Sibatê bi sedema binpekirina berdana wî ya berê bi 2.5 yên zindankirinê hatibû ceza kirin.

Gelek welatên Rojavayî banga serbestberdana wî kiribûn û gotibûn ku ew dikarin bi sedema vê yekê li hemberî Rûsyayê toleyan ragihinîn.




XS
SM
MD
LG