Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtîyên li Wanê bo Protestokirina Mirinên Gumanbar Ketin Greva Nexwarinê


140 girtîyên li zîndana ewlehîya bilind ya Wanê jibo balkişandina ser rewşa girtîyên nexweş bo 3 rojan ketin gireva birçîmayînê.

Hevseroka Komela Alîkarî û Piştevanîya Malbatên Girtîyan (TUHAY-DER) Edîbe Babur ragihand ku zîndanîyan jiber mirina nexweşê giran Ramazan Turan ketine greva xwebirçîkirinê.

“Li zîndanên bajarê Wanê ji 2020’an vir ve 3 zîndanî bi awayekî gumanbar canên xwe ji dest dan. Malbatên wan girtîyan, şahedeta girtîyên xwe normal nabînin û karbidestan berpirs dibînin.”

Babur dibêje ku li girtîgehan mercên zîndanîyan pir giran in û mafên wan yên jîyanê tên binpê kirin.

“Xwarina ku didin girtîyan nayê xwarin, girtîyên nexweş ji nexweşxanê re nayên şandin. Birînên wan nayên derman kirin û derman ji wan re nayê dayîn.”

Li Wanê herwiha hin dayik û endamên malbatên girtîyan jibo ku girtîyên nexweş werin berdan ev 65 roj in li Baroya Wanê çalakîya ‘Nobeta Edeletê’ didomînin.

“Ev demeke dirêj e ku dayikên girtîyan jibo berdana girtîyên nexweş û başkirina mercên zîndanan di nava çalakîyê de ne. Lê heya niha ji alîyê karbidestan ve ti gav nehatiye avêtin.”

Li gor pêzanînên Komela Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkîyê 1605 nexweş hene ku 604 ji wan nexweşên giran in.

Hêjayî balkişandinê ye ku heta amadekirina vê raportê ji alîyê rêvebirîya zîndanên Wanê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn û di lêpirsîna Serdozgerîya Komarîya ya Wanê ya ser mirina 3 girtîyên li zîndanên Wanê de ti encam derneketibûn.

AA_02_14_22_Greva_Nexwarinê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00
XS
SM
MD
LG