Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rudy Giuliani Beşdarîya Xwepêşandana Rikeberîya Îranê Kir


Guliani
Guliani

Rudy Giuliani, parêzerê Serok Donald Trump, îro Çarşemê beşdarî xwepêşandaneke rêxistineke rikaber ya dijî hikûmeta Îranê kir.

Komela Mucahîdên Xelq daxwaza guhertina rejîma Îranê dike.

Nêzîkî hezar kes, bo protestokirina rejîma Îranê li pêş Stadyuma Niştimanî ya li Warsaw civîyan. Berî wê, Giuliani di konferanseke rojnamegerî de got ku divê Îran jiber piştevanîya wê ji terorê re were şermezar kirin û veder kirin.

Giuliani got ku ew ne jibo xwe, lê bo nûneratîya kesekî din amade ye ku mebesta wî Serokê Amerîka Donald Trump bû.

Poland bi havkarî digel Amerîka konferanseke navneteweyî ya li ser Rojhilata Navîn bi rêve dibe.

XS
SM
MD
LG