Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelîfe Hafter Peyama Bersiva Agirbesta ji Erdogan re Dişîne


Rojnameya La Stampa ya Îtalî ragihand ku Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte 13ê mehê de serdana Tirkiye dike û bi Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan re cîvînek çêdike.

Li gorî îdiaya rojnameyê Conte, peyama Xelîfe Xefter dê ragihîne jibo Erdogan.

"Fermandarê Leşkerê Niştîmanî yê Lîbya Xelîfe Hafter bi şertê ku Tirkiye leşkerê xwe ji Lîbya vekişîne ji agirbestê re amade ye" nivîsand rojnameya La Stampa.

Serokwezîrê Îtalî li ser krîza Lîbyayê, piştî Tirkîye dê serdana Misir û Mîrîtîyên Erebî jî dike.

Hikumeta Îtalî di mijara krîza Lîbyayê de heta neha bê deng bû. Tê şîrovekirin ku bi van serdanan Îtalya jî di vê mijarê de dixwaze bibe xwedan soz.

Serokê Rûsya Viladîmîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê jibo Lîbya banga agirbestê kiribûn.

XS
SM
MD
LG