Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona Navnetewî Banga Aramîya li Sûrîyê Dike


Koalîsyona Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengîya Amerîka îro Sêşemê daxwaza kêmkirina girjîyê li Sûrîyê kir.

Koalîsyonê bi peyameke ser hesabê xwe yê Twitetrê got ku ev êrîş ewlekarîya sivîlan dixe xeterîyê, aramîya herêmê xira dike û zararê dide armanca wan ya hevpar ya têkbirina DAIŞ’ê.

Berdevikê Fermandarîya Navendî ya leşkerî ya Amerîkî (CENTCOM) ya li Koalîsyonê, Joe Buccino ji Dengê Amerîka re got ku ew li dijî her kiryareke leşkerî ne ku rewşa Sûrîyê bêaram dike.

“Ev kiryarana li ser armancên me yên hevbeş yên wek domandina şerê dijî DAIŞ’ê û nehêlana zindîbûna wê rêxistina tundrê xeterîyan çêdikin û gefan li ser dikin.

XS
SM
MD
LG