Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buhayên Petrolê û Bazarên Darayî yên Cîhanî Bê Guhertin Dimînin

Bazarên petrolê û bazarên darayî yên cîhanî roja Înê heta radeyekê aram bûn, di demekê de ku Amerîka û Îranê xwe ji bo danûstandinên roja Şemîyê amade dikin.

Di danûstandinên darayî de, nîşan hebûn ku buhayên kelûpelan li Amerîkayê li gor meha borî bi rêjeya 0,9% zêde bûne.

Herwiha, buhayên salane jî bi rêjeya 3,3% bilind bûne. Ev jî ji meha Gulana 2024’an vir ve mezintirîn zêdebûna salane ye.

Weberhêner û bazirganan derbarê bandora bilindbûna buyahê petrolê de agahîyên zelal bidest xistin. Ev yek di dema agirbesta operasyona leşkerî ya şeş hefteyî ya Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê pêk tê.

Bazarên navneteweyî guh nedan daneyên enflasyonê, ji ber ku wekî texmînên pisporên aborî bûn. Nirxên petrolê piştî ku roja Pêncşemê hinekî bilind bûn, niha wekî xwe mane.

Buhayên petrola Brent wekî xwe maye û ji 96 dolaran hinekî kêmtir e. Peymanên siberojê yên petrola xav a West Texas Intermediate jî bi 97 dolaran bo bermîlekê têne firotin.

Peymanên siberojê yên borsaya Amerîkayê hinekî bilind bûn. Pişkên Ewrupa û Asyayê jî bilind bûn. Rêjeya qezenca deynên dewletê jî her ber bi jor û jêr ve diçûn û dihatin.

Bazirgan ji nêz ve nûçeyên dawî yên Rojhilata Navîn û agirbesta navbera Amerîka û Îranê dişopînin. Tê pêşbînîkirin ku roja Şemîyê li Pakistanê, di navbera Amerîka û Îranê de danûstandin destpê bikin.

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Hizbullaha Libnanê, peymana agirbesta ligel Îranê xistîye metirsîyê. Herwiha astengîyên bo keştîyên petrolê yên ku di Tengava Hormuzê re derbas dibin berdewam dikin. Îranê ji navbeynkarên re ragihandîye ku ewê hejmara keştîyên ku di tengavê re derbas dibin rojane bi 12 keştîyan sînordar bike û pereyan ji wan bistîne.

Tengava Hormuzê ew rêka avê ya stratejîk e ku 20% ji petrola cîhanî tê re derbas dibe. 84% ji petrola xav û 83% gaza xwezayî ya şil di tengavê re derbasî bazarên Asyayî dibe. Tengava Homruzê bi hefteyan ji ber êrîşên Îranê û gefên li dijî keştîvanîya navneteweyî hatibû girtin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje hêzên leşkerî yên Amerîkî dê li cihên xwe bimînin ji bo despêkirina êrîşên li dijî Îranê amade bin, heta ku “peymaneke rastîn bi tevahî were cîbicîkirin.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG