Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamên Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê Hefteya Tê li Washingtonê Dicivin


Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku wezîrên derve yên endamên koalîsyona dijî DAIŞ’ê, bo kordînekirina şerê dijî wê rêxistina tundrê, hefteya were wê li Washingtonê bicivin.

“Welatên Yekbûyî bi biryar e ku piştî vekişîna ji Sûrîyê jî, rê nede vejîna DAIŞ’ê li Sûrîyê û Îraqê û pêgîr e ku ligel endamên Koalîsyona Gerdûnî bo bi temamî tunekirina DAIŞ’ê bixebite,” Wezareta Derve bi daxuyanîyeke nivîskî got.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo wê mêvandrarîya civîna yekrojî bike ku li ber e di 6’ê Şubatê de were kirin.

Di Koalîsyona Têkbirina DAIŞ’ê de ku Amerîka di sala 2014’an de damezrandibû, 79 dewlet cîh digirin.

XS
SM
MD
LG