Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkeftina Wêneyê Behra Wanê di Pêşbirkêya NASA'yê de


Wêneyê Gola wanê
Wêneyê Gola wanê

Wêneyê behra Wanê di pêşbirka Ajansa Esmanî ya Amerîka (NASA) yê de ku ji alîyê astronot Kate Rubins ve hatibû kişandin, bû yekemîn. Pêşbirka 32 wêneyên ku ji alîyê astronotan ve hatibûn kişandin, di 8’ê Adarê de li ser malpera NASA’yê destpêkiribû.

Li gor daxuyanîya malpera Nasa Earth ya roja Çarşemê deng dayîn dawîbû û heya niha jibo 32 wêneyan 930 hezar deng hatiye dayîn.

Di fînala pêşbirkê de wêneyê Behra Wanê 94 ji sedî deng wergirt û bû wêneyê herî baş.

Serokê Komela Astîvîstên Behra Wanê Erdogan Ozel got ku encama destketî jibo naskirina behra Wanê serkeftinek giring e.

"Em bi serkeftina wêneyê behra Wanê pir keyf xweşin. Em bawer dikin ku ev pêşbirka navnetewî dê bajarê Betlîs, Wan û tevahîha herêmê zêdetir bide nas kirin."

Ozel herwa bal kişand ser pirgirêkên ku dibin sedema qirêjbûna behra Wanê û qise kir.

"Em wek aktîvîstên behra Wanê tim jibo parastina behrê dixebitin. Bi serketin wêneyê behrê, hêvî darim ku sedemên qirêjbûna behrê zêdetir werin dîtin û çareser kirin. Divê em vê xweşikbûna û şînahîya behra Wanê biparêzin."

Ozel sîpasîyên xwe jibo kesên ku beştarî deng dayîna wêneyê behra Wanê bûne kir.

Herwiha Walîtîya Wanê bi daxuyanîyêk nivîskî ragihand ku wan astronot Kate Rubins wek 'nûnera danasîna bajêr' qebul kirine û daxwazî bajarê Wanê kirine.

Hêjayî gotinê ye ku Behra Wanê bi firehîya xwe ve herî behra mezin ya soda û şor ya cîhanê ye. Herî cîhê kûr yê behrê 451 mîtro yê. Jiber ava behrê ya dijwar tenê du cûreyên masîyan lê dijîn. Herwiha li derdorê behrê, bajarên kurdan Betlîs û Wan cîh digirin û mîlyonek zêdetir rûniştvan lê dijîn.

Raporta Wanê 14 04 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:42 0:00

XS
SM
MD
LG