Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî Dibêje Îsraîl Bingehên wan li Colanê Topbaran Kirin


Artêşa Sûriyê dibêje hêzên Îsraîlî bingeheka wan li Colana başûrê welêt topbaran kir.

Daxuyaniya artêşê got topbarana îro Şemiyê ji aliyê hêzên Îsraîlî ve, hat rojekê piştî topbarankirina herêmeka vekirî ya Colanê ji aliyê hêzên opozisyona Sûrî ve ku bû bihane Îsraîl artêşê topbaran bike.

Artêşê got topbaranê ziyanên madî encam dan bêyî ku ziyanên mirovî ragihîne.

Ev topbaran tê du rojan piştî leşkerên Îsraîlê got wan li Sûriyê xist wek bersiva avêtina topên hawn ji navçeyê.

Tê zanîn, Îsraîl di şerê Sûriyê navxweyî de bêalî ye.

Vê hefteyê, Îsraîl li bingeheka dijî balafiran a Sûrî xist piştî ku Sûriyê gulle ber bi firokeka Îsraîlî ve avêtin, dema firîna wê li ser esmanê Libnanê.

XS
SM
MD
LG