Rêxistina ku şahîya xelatên Golden Globes bi rê ve dibe di roja Pêncşemê de ragîhand ku wê şahî di 7’ê Rêbendana sala 2024’an de di bin sêdara rêbertîyek nû de li dar keve.
Ev guhertin tê piştî lêkolîneke dûmdirêj li ser tawanbarkirina gendelî û nijadperestîyê di salên dawî de ji vê xelatê.
Rêxistinê di daxuyanîyekê de zêde kir ku wê navê berbijêran di 11’ê Berfanbarê de werin eşkere kirin.
Xelatên Golden Globes:
Ew yek ji xelatên herî girîng in di derbarê fîlm û rêzefilmên televîzyonê ne, ku di asta duyem tê piştî xelata Oscar li Amerîka.
Ew ji hêla Komela Çapemenîya Bîyanî ya Hollywood (HFPA), hatiye damezrandin ku ev rêxistin nûnertîya rojnamevanên navneteweyî dike yên ku rewşa sînema û TV li Amerîka dişopînin û li ser dinvîsînin.
Ew merasîmeke xelata salane ye ku ji sala 1944’an û vir ve jibo rêzgirtina hunermend û pispor û xebata wan tê lidarxistin.
Merasîm bi giştî her sal di meha Çile de tê lidarxistin, û beşeke girîng a demsala xelatên pîşesazîya fîlm û sînema ye li Amerîka ku her sal bi Xelatên Akademîyê yên Oscarê tên bi dawî kirin.
Ev xelat girîngî û şewqa xwe ji dest bir piştî ku rojnama “The Los Angeles Times” di sala 2021’an de raportên neyînî li ser xebatên wê belavkir, bi taybetî di derbarî gendelîya gera par ya komîteya biryardar ku destwerdana bi gendilî û nijadperstî tê de bibû.
Raportê dîyar kir ku di komîta helbijêr de ya Komeleya Çapemenîya Bîyanî ya Hollywood (HFPA) de ya sala par endamekî Reş tê de nebû û her wiha jî gelek dîyarîyên biha ji kampanîyên beşdarî pêşbezîyê de wergirtibûn bi şêwazekî ne yasayî.
Di sala 2022’yan de, merasîma dîrokî ya berbiçav ya vê xelatê ji hêla Hollywood ve hate dûrxistin û li televîzyonê nehat weşandin.
Ji wê demê ve Globes gelek guhertin destnîşankirye, wek beşdarîya hemarengî û destpêkirina hilmetên dijî destirêjîya exlaqî.
Jiber ev guhertinan weşana merasîmê vegerîya televîzyona zindî di Çileya 2023’an de, lê dîsa jî, pêşandan rêjeyên xwe yên herî xirab tomar kir, bi tenê 6.3 mîlyon temaşevanan lê nerî.
Wekî beşek ji guhertinan wê, Golden Globes ji hêla veberhênerên taybet ve hatî kirîn, bi hiştî HFPA-ya 80-salî bê girtin û dest jê berde.
Wekî beşek ji ragihandina roja Pêncşemê, Globes got ku wê komîteyeke nû ava kiriye ku dê nuha "berpirs be jibo hilbijartin, pejirandin û pejirandina rojnamevanan wekî endamên dengdanê" yên jûrîya Globes.
Herwiha jî daxuyanîyê got jî komîta ji neh endaman pêk tê wê "bi pêvanên rastbînîyên hişk bo desteya dengdanê bişopîne û bi cîh bîne".
Komîteyê got ku wê Tim Grey, rojnamevanê kevnar ji kovara Variety, wekî cîgirê serokê Golden Globes destnîşan kirîye.