Motora lêgerînê ya kompanîya Google îro Sêşemê li dadgeha federalî dest bi têkoşîna xwe ya qanûnî kir.
Hikûmeta Amerîka, Google tawanbar dike ku ew jibo ku motora lêgerînê ya li rêzê pêş be, karên neqanûnî kirine.
Google wê di dema 10 hefteyên pêş de, bi îfade û nêrînên pirtir ji 100 dîdevanan hewil bide Dadwer Amit P. Mehta qane bike ku doza Wezareta Dadê ya Amerîkî bê bingeh e.
Doz li dadgeheke paytext Washingtonê ye. Li Amerîka herî dawî 20 salên berê jiber sîstema Windowsê li Microsoftekê dozeke wisa mezin hatiye vekirin.
Hikûmeta Amerîkî îdia dike ku Google bi çêkerên cîhazan, operatorên telefonan û kompanîyan din re peymanan îmza dike û bi awayekî ne dadî xwe li di lêgerînan de xurt dike.
Li gor îdiayan, Google her sala bi mîlyaran dolar dide Apple û kompanîyên din, cîhê xwe onlaynî xurt dike û nahêle motorên din pêş bikevin.
Wezareta Dadê dîyar kir ku Google 20 salên berê rêkeke nû ya lêgerînên di înternetê de çêkiriye û bûye delalîya Newala Sîlîkonê (Silicon Valley), lê got ku ew Google êdî çûye.
Mexdûrên dozê motorên din yên lêgerînê, Bing û DuckDuckGo ne ku heta niha jî li hember Google bazereke fireh bi dest nexistine.
Google, li Amerîka û li cîhanê 90 ji sedê bazarê bi dest xistiye û di bijareyên kartîneran de li rêza pêş e.
Tma berevanî ya Google wê di dozê de bîne pêş ku serketina wê jiber kalîteya wê ya bê rikeber e.
Rêvebirê payebilind yê Google, Kent Walker di nivîseke blogê de dîyar kir ku yên ku Google dixebîtinin, ne jiber neçarîyê, lê jiber daxwaza dilê xwe wê bi kar tînin.
Çaverê ye Dadwer Metha biryara xwe çend mehan piştî rûniştinan bide ku pisorên legalî çaverê ne ku sê mehan bidome.
Dadwer Metha dikare doza hikûmetê red bike, biryara cihêkirina beşên kompanîya Google bide yan ji şîrketê bixwaze ku awayê xebata xwe biguherîne.
Jêder: AFP