Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Google: Hesabên Rûsî bi Buhayên Mezin Reklam Dane YouTube û Gmail


Google dibêje ku wê di encama vekolîna xwê de kifş kir ku hemwelatîyên Rûsî bi buhayê hezaran dolar reklam li ser YouTube, Gmail, lêgerîna Google û platformên din kirîne.

Li gor raporta Reuters'ê, ew reklam ne ji alîyê kesên ku reklamên xwe li ser Facebook dabûn, hatine kirîn û ew yek jî îhtîmala berfirehtirbûna kempeyna dezenformasyona Rûsî nîşan dide.

Google li cîhanê kompanya herî mezin ya reklamdayînê ya ser înternetê ye û YouTube jî mezintirîn malpera vîdyo ye.

Kompanya Alphabet Inc, ku xwedîyê Google e, heta niha daxuyanî li ser wê mijara nû nedaye. Google asta bandorbûna Rûsan ya di platformên wê de nêgirîng nîşan dabû, lê dîsa jî lêpirsînek vekiribû.

Twitter Inc û Facebook jî ragihandibû ku Rûsya reklam ji wan kirîbûn û di platformên wan de gelek hesabên wî welatî hene.

Jêderekî teknolojî ji Reuters'ê re got ku Google pêhesîye ku heta niha dora $100,000, ji alîyê hesabên bin kontrola Rûsan de, bo reklamdayînê hatine xerc kirin.

Facebook jî ragihandibû ku hesabeke Rûsî, (Ajansa Lêkolînê ya Înternetî) $100,000 di karê reklaman de xerc kiriye.

XS
SM
MD
LG