Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jordan Dibe Berbijarê Komarîyan bo Seroktîya Civata Nûneran ya Kongresê


Jim Jordan, Kongresmanê Komarî yê Ohio
Jim Jordan, Kongresmanê Komarî yê Ohio

Komarîyên Civata Nûneran li Kongresa Amerîkî roja Înê Jim Jordan wekî berbijarê posta seokê Civatê binav kir. Niha êdî li ser dengdana li nav hemû Civata Nûneran dimîne ka dê ew bibe Serokê Civatê.

Ev bûye 10 roj ku Civata Nûneran bê serok e, jiber ku Komarî nikarîbûn heta niha kesekî bikin namzet da ku cihê serokê berê Kevin McCarthy bigire. McCarthy 3'ê Cotmehê hatibû rakirin.

Berî ku Komarî li ser Jordan yê 59 salî wekî berbijar lihev bikin, navê Kongresman Steve Scalise jî hatibû pêş, lê wî nikarîbû dengên têrê dike bidest bixe da ku bibe berbijarê partîya xwe.

Heta ku Jordan bibe Serokê Civatê, divê 217 dengan di nav Civata 435-endamî de bidest bixe. Komarî bi 221 endaman piranîya Civata Nûneran li Kongresê pêk tîne.

Eger heye ku dengdana li ser posta Serokê Civatê dawîya vê hefteyê pêk were.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG