Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Goran Dûkanî: Demokrat Pêvajoya Derxistine Serok Trump Bilez Dikin


Demokratên Kongirêsa Amerîkî fişarê dêxin ser Komariyan û cêgirê Serok Mike Spence da ku tevbigerin û Serok Donald Trump ji kar derxin ji ber rola wî di xirabkariyên piştevanên wî dema êrîşî Kongirêsê kirîn li roja çarşemiya borî.

Tê pêşbînîkirin ku Demokrat îro Duşemê biryarekê derxînin û ji cêgirê serokî bixwaz in û li gora Guhertina 25-an a destûrê Amerîka serokî ji desthelatê dûrxe û eger serok qayîl nebe, dê Demokrat deng bidin ku wî tawanbar bikin.

Di hevpeyvînekê de digel VOA Dengê Amerîka, rojnamevan Goran Dûkanî bingeh li Virginia ye got ku Demokrat vê pêvajoyê bilez dikin da kû serok Trump nikaribe carek din jibo serokatiyê yan karekî hikumetê xwe namzet bike û ew ê nikaribe xwe ji dadgehan bi parêze.

Goran Dukani
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:38 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG