Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Goran û Komel ji Rêvebirîya Herêma Kurdistanê Vekişîyan


protestoya dijî hikûmetê, Silêmanî
protestoya dijî hikûmetê, Silêmanî

Du partîyên rikeberîyê yên Herêma Kurdistana Îraqê, Tevgera Goranê û Komelaya Îslamî ya Kurdistanê, ji rêvebirîya vekişîyan.

Nûnerên her du partîyan ser vekişînê daxuyanî dan.

Her du partîyan, biryara vekişînê piştî bûyerên tundûtûjîyê, ku du roj in li herêmê diqewimin, dan.

Xwepêşandaner ser mûçeyên ku nayên dayîn dijî rêvebirîya Herêma Kurdistanê protestoyan li dar dixînin.

Piştî referanduma serxwebûnê ya 25’ê Îlonê, hikûmeta navendî ya Îraqê li herêmê tedbirên berfireh sitandine û girjîya li herêmê gurtir bûye.

Partîyên rikeberîyê ragihand ku piştgirîya daxwazên xwepêşandaneran dikin, lê jiber kuştinan û şewitandina avahîyên hikûmetê bang li wan kir ku bi awayekî rêwa protestoyan li dar xînin.

Li gor karbidestên herêmî, di protestoyan de bi kêmî ve 3 kes hatin kuştin û 80 kesên din jî birîndar bûn.

Xwepêşandaneran, roja Duşem û Sêşemê, li Silêmanî êrîşê hin ofîsên partiyên siyasî yên sereke kirin.

XS
SM
MD
LG