Dana Abdulkerîm, ku li ser pişka Tevgera Goran, wezîrê avedankirin û xwecîkirinê ye di hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo Dengê Amerîka axifî û got ku ew ji nakokiyên navxweyî yên di nava tevgerê de nerazî ye.
"Mixabin piştî mirina Newşêrwan, di nav Tevgera Goran de cûrek duberîyê derketiye û heta niha me nikarîye plana Newêrwan bi rêk û pêkî berdewam bikin."
Derbarê pirsgirêk û nakokiyên di nava tevgera Goran de Abdulkerîm dibêje "xweşbextane" proseya lihevkirina endamên tevgerê dom dike û ew dê hewl bidin di çend mehên li pêşiya me de konferanseke niştimanî jibo destnîşankirina serkirdayetiya"nû" pêk bînin.
"Em di qonaxekweha de ne ku divê em xwe ji nû ve birêxistin bikin û serkirdayetiyek nû bo Goranê ava bikin."
Gotinên wezîr di demekê de tên ku serkirdeyên tevgerê di mehên dawî de gelek hewl dane ku endamên xwe yên nerazî vegerînin û lihevhatinekê çêkin.
Meha Tîrmehê tevgerê ragihandibûn ku komîteyek bi navê Komîteya Lihehanînê hatîye ava kirin.
Roja 4ê Mijdara 2023'ê , komîteya lihevkirinê ya tevgera Goran ragihand bû ku wan heta niha bi dehan kesayetî û kadiroyên navdar yên Goranê re hevdîtin kiriye "me hevdîtin kirine û xalên me yên hevbeş ji xalên cuda zêdetir in."
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Goran dê berdewamiyê bide wê proseya "her çend ku girêdayî hin endaman encamîn baş nehatbin bi destxistin jî, lê hewildan di dom in."
Lê rojek beriya ragihandinê endamekî komîteya lihevkirinê gotibû, "Xeletiyên cewherî balona Goranê berjêr kir."
Rovan Serwet, endamê Komîteya Lihevanînê ya Tevgera Goranê di daxuyaniyekê de amaje bi helweşîna komîtê da û got "Pirsa Gir, û mal û milkan dîsan bûn rêgir li hember pêşveçûnan."
Rojnameya Hawlatî jî, di gotarekê de nivîsîbû ku "pirsa mal û milkê Goranê komîta lihevanînê ya tevgerê hilweşand" û amaje bi wê yekê jî kir, ku niha ti diyalog di nava tevgerê de nayê kirin û Osmanî Hacî Mehmûd û hevalên wî jî dilgiran in.
Ji hejî bîrxistinê ye ku "Girê Zergete" baregehê serke yê Tevgera Goran bû di dema serokê pêşî yê Tevgera Goran gorbiheştî Newşîrwan Mistefa de.
Mal û milkiyeta Girê Zergete niha bûye yek ji sedemên nakokiyan di nava serkirdeyên tevgera Goran de.