Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gotara Serok Obama li Neteweyên Yêkgirtî


Gotara Serok Obama li Neteweyên Yêkgirtî

Serokê Amerîkî Barack Obama roja Çarşembî gote Civata Giştî ya Neteweyên Êkgirtî rêkek vebir û kort nîne bo bi dûmahî înana kêşeya Israeliyan û Felestîniyan.

Rêzdar Obama got ew bêzar bûye ku proseya aştiyê paş keftiye,ew hêşta bawer diket ku tivya ew bête çareser kirin bi rêka danûstandinan navbera Israeliyan û Felestîniyan, ne li N.Ê. Rêberêt Felestînî got ku ew dê ji N.Ê xwazin da welatê wan bi welatekê serbixwe bê nasîn.

Rêzdar Obama got ev sale saleka rahijyanê bu bo gohrînêt dîmokratî li cîhana Erebî, û Bihara Erebî pitir kar êxiste pêş N.Ê bo ava kirneva wan welatan.

Rêzdar Obama got tiştê li Lîbya qewmî ku mayê xwe tê bikeyn nimoneyeke demê hevkariya navneteweyî hebît dê şên çi biken û got bi bizavêt N.Ê û Komkara Welatêt Erebî nehêla kuştin kariyeka giştî bi qewmît di aloziyêt sîyasî da ev sale.

Bo guhdarî kirina kortiyek gotara rêzdar Obama li ser fayla dengî kilîk bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG