Her du berbijarên cîgirê seroktîya Amerîkayê Joe Biden ê Demokrat û Paul Ryan ê Komarî êvara Pêncşemê, di gotûbêja zindî ya hilbijartînê de ber û ber bûn.
Gotûbêja hilbijartinê li Zanîngeha Centre College ya li bajarê Danville ya eyaleta Kentucky hate kirin û di televîzyonê de bi zindî hate weşandin.
Gotûbêja hilbijartinê ku bi mêvandarîya rojnamevana navdar ya kanala ABC Martha Raddatz hate kirin, nêzîkî seet û nîvek berdewam kir.
Di nav bernameyê de babetên wek rewşa aborî, bîm(sîgorta)a civakî, beravêtina zarokan (kurtaj), şerê li Afganistanê, rewşa heylî li Sûrîyê hatine gotûbêj kirin.
Di dawîya barnemê de nêrînên cihê li ser encama gotûbêj derketin pêş. Televîzyona CBS ragihand ku Cîgire Serok Joe Biden bi rêjeya % 50 serkeftinek li hember Paul Ryan destve anî. Di heman pirsnameyê de rêjay piştgirîya jibo Ryan % 31 bû û % 19 kes jî di wê bawerîyê de bûn ku gotûbêj wekhev dawî bû.
Lê, pirsnameya CNN encameke beravajî derxist ku li gor wê, Paul Ryan bi rêjeya % 48 beranber % 44 gotûbêja cîgirê seroktîyê qezenc kir.
Gotûbêja hilbijartinê ya cîgirên seroktîyê li vê demê tê ku berbijarê Komarî Mitt Romney di pirsnameyên hilbijartinê de li pêş e, piştî performansa wî ya bihêz hefteya borî li hember Serok Barack Obama yê Demokrat.
Pispor dibêjin, reng e piştî performansa baş ya Cîgirê Serokê Amerîkayê, Joe Biden piştgirîya jibo Partîya Demokrat zêde bibe.