Paylan: Jiber Polîtîkayên Şer Di 6 salan de budçeya lêçûnên şer 4 qat zêde
Hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bi îmzaya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan budceya navendî ya jibo sala 2021’an pêşkêşî seroktîya meclîsê kir.
Di budceya 2021’an de herî zede dirav jibo perwerde û sazîyên girêdayî perwerdeyê û herwiha jibo qada tendirustîyê hat veqetandin.
Di budceyê de tê texmin kirin ku di sala 2021’an de kêmahîya budceyê 245 mîlyar lîra be.
Berbirsê Aborîyê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamanter Garo budceya hikûmetê rexne kir û got ku tifaqa AKP-MHP’ê di budçeya sala 2021’ê de tercîha xwe jibo Qesra Seoktîyê, şer û sermayeyê veqetand.
“Di 6 salan de budçeya lêçûnên şer 4 qat zêde kirin. Ji 50-60 mîlyar lîra giheşt 240 mîlyar lîrayan. Ev budce jî ne jibo gel, jibo çek, tank û fuzeyan hat bikaranîn.”
Paylan bi berdewamî got ku dûrketina hikûmêtê ya ji demokrasîyê jî bandorên neyênî li ser aborîya Tirkîyê dike.
“Kiryarên jibo ewlehî û zêxtên heyî dijî demokrasîyê ne. Herwiha bêhiqûqî, azadnebûna ragihandinê û bi polîtîkayên şer Tirkîye ji demokrasîyê dûr dikeve. Ev jî di nav sermayedaran de dibe sedema tirsê û ew naxwazin werin Tirkîyê.”
Paylan herwiha got ku polîtîkayên şer ji Tirkîyê re ewlehîyê nayîne û divê Tirkîye li hindûr û derveyê welat vegere ser polîtîkaya aştîyê.