Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Graham: Îsraîl Spasîya Amerîka Dike bo Beşdarîya di Şerê Dijî Rejîma Îranê de

Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu spasîya Amerîkayê dike ji bo beşdarbûna wê di şerê li dijî Îranê de.

Graham roja Çarşemê li platforma X got ku wî peywendîyeke telefonî ya "pir baş" bi Netanyahu re kir ku tê de wî "spasîya xwe pêşkêşî Serok Trump û mêr û jinên me yên leheng di nav refên artêşa Amerîkî û gelê Amerîkî de kir ji bo beşdarbûna wan di şerê li dijî Naziyên olî yên serdema nûjen li Îranê."

Senatorê Komarî got: "Îsraîl welatekî biçûk e ku xwedî dilekî mezin e û viyaneke bêhempa ye ji bo mayîn û mezinbûnê. Yên ku dixwazin Îsraîlê hilweşînin, ew in yên ku dixwazin Amerîkayê tune bikin." Graham got ku di axaftina îro de, Netanyahu ew yek tekez kir.



Senatorê wîlayeta South Carolina herwiha da zanîn: "dema Îran dirûşma 'Mirin ji Amerîkayê re' bi kar dianî, mebesta wan eyn ew bû."

"Em herwiha li ser dergehê bo aştîyê axivîn, ku dê bi hilweşandina rejîma Îranê ya ku terorîzmê diafirîne, were vekirin."

"Serokwezîr bi tevahî dilsoz e ku li ser Peymana Brahîmî bixebite ku dê herêmê bigihîne asteke nû ya geşedan û ewlekarîyê," wî got.

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hughesett roja Çarşemê got: "Tenê Amerîka dikare pêşengîya vê hewldanê bike. Tenê em dikarin vê bikin."

"Lê dema ku tu Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) jî lê zêde dikî, ku hêzeke zor bi şîyan e, ew tevlîbûn hingê dibe wêrankirineke tevahî bo rikaberên me yên Îslamî yên radîkal li Îranê."

XS
SM
MD
LG