Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî roja Yekşemê di hesaba xwe ya X'ê de peyameke xemgînî ya koça dawî ya Sentorê Komarî Lindsey Graham ragihand, Barzanî got;
"Bi bihîstina koça dawî ya Senator Lindsey Graham, dostê gelê Kurd, ez pir xemgîn bûm. Nav û helwestên Lindsay Graham wekî piştgirekî dilsoz ê mafên rewa yên gelê Kurd dê her tim di bîra gelê Kurd de bilind bimînin."
"Ez sersaxîyê ji malbat û hemû heval û nasên wî re dixwazim. Bila canê wî aram be û ez ji malbata wî re sebir û aramê dixwazim," Barzanî got.
Di peyameke taybet a di platforma X'ê de Mezlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD)ê peyamek sersaxîyê derbrê koçkirina neçaverêkirî ya Graham weşand û got;
"Bi bihîstina koça dawî ya Senator Lindsey Graham, ez pir xemgîn im. Xizmeta wî ya berfireh, serokatîya wî ya bi prensîb, piştgirîya wî ya bêwestan ji bo Kurdan û parêzvanîya wî ya bêdawî ji bo Sûrîyeke aştîyane û dadperwer dê di dîrokê de werin nivîsandin."
"Di vê dema xemgînîyê de, ez sersaxîyên xwe yên ji dil ji malbat, heval û hezkirîyên wî re dixwazim. Bila ew di aştîya herheyî de razê," Ebdî got.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek sersaxîyê ji malbata Senator Lindsey Graham re şand.
Wî li ser platforma X’ê got, "Ez ji ber koça dawî ya Senator Lindsey Graham, dostekî hêja yê gelê Kurd, pir xemgîn im. Parêzvanî û piştgîrîya wî ya bêdawî li Kurdistanê dê her tim bi bilindî were nirxandin. Ez sersaxîyê ji malbat û hevkarên wî re dixwazim.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani jî sersaxî ji malbata Senator Lindsey Graham re xwest.
"Bi xemgînîyeke mezin min nûçeya koça dawî ya Senator Lindsey Graham bihîst. Ez sersaxîyê ji malbat, heval, rêveberîya Senatoyê û endamên Senatoyê re dixwazim. Gelê Kurd dê ti carî dostanî û piştgirîya berdewam a Graham ji bîr neke," Barzanî li ser platforma X’ê got.
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî dîsan peyama sersaxîyê ya mirina Senator Graham weşand û got, "Em ji ber koça dawî ya Senator Lindsey Graham, dostekî rastîn ê gelê Kurd, pir xemgîn in. Gelê Kurd qet hevalên xwe ji bîr nake. Em ê wî bi spasdarî ji bo piştgiriya wî ya bêdawî û pabendbûna wî ya bi doza Kurd re bi bîr bînin."