Seroka Komîsyona Ewrupî Ursula von der Leyen û serokwezîrê Almanya Friedrich Merz îro Yekşemê jiber koça dawî ya Senatorê Amerîkî Lindsey Graham bi peyamên cuda yên sersaxîyê, xemgînîyên xwe dîyar kir.
Von der Leyen li ser platforma X'ê got, "Ji malbat û hezkirîyên Senator Lindsey Graham re sersaxîyê pêşkeş dikim. "
Rêbera Ewropî piştgirîya Graham ya jibo Ukrayna û helwesta wî ya dîjî Rûsyayê bi bîr xist.
“Senator Graham heta dawîyê jibo piştgirîkirina têkoşîna Ukrayna ya jibo azadîyê û jibo haydarkirina buhayê lêçûna şerê êrîşkar yê Rûsyayê şer kir,” wê got.
Von der Leyen berê bi Graham re hevdîtin kiribû da ku li ser hevrêzîya di navbera Amerîka û Yekîtîya Ewropî de toleyên dijî Moskoyê binirxînin.
Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz jî dî peyama xwe de Senator Graham wek “dost û hevkarê rastîn ê Almanya di hevpeymanîya transatlantîk de" bi nav kir.
"Em bêhtirî çil salî li gel hev sekinîn. Ezê bêrîya wî bikim," Mer li ser X’ê got.