Senatorê navdar Lindsey Graham got ku herdu partî li nav Senatoya Amerîkayî girîngîyeke bihêz didin rewşa xirab li Sûrîyê.
Graham di postekê de roja Pêncşemê li ser X’ê got ku “hevbîrîyeke hevbeş heye ku divê em Kurdan biparêzin, ewên ku ligel me bûn di tunekirina xîlafeta Daişê û gelek komên din.”
Senatorê Komarî got ku “desthilatên Senatoyê rasteqîn in. Li hêvîyê bin.”
Axaftinên Graham di demekê de tên ku êrîşên hêzên Artêşa Erebî ya Sûrî dijî deverên Kurdan li Rojava didomin. Diplomatên Amerîkayî dibêjin ku ew hewlên xwe didin ku agirbesta di navbera hikûmeta demkî ya Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de berdewam bike heta ku herdu alî bigihêjin rêkeftinekê ji bo tevlîkirina şervanên HSD’ê di nav artêşa Sûrî de.
Lê bajarên Kurdan di rewşeke aloz de derbas dibin. Bajarê Kobanîyê ji hawîrdor hatiye dorpêçkirin û rûniştvanên dibêjin pêdivîyên serekî yên jiyanê peyda nabin. Li deverên Cizîrê jî rewş aloz e, li demekê ku tirs heye hêzên ser bi hikûmeta Şamê bêtir nêzîk bajarên Kurdan bibin.
Ji alîyekî din ve, Senator Graham got ku hebûneke leşkerî ya biçûk ya hêzên Amerîkayî li Sûrîyê misogerîyek e dijî derketina Daişê ji nû ve.
Aaxftina Graham bersiv bû derbarê raporteke rojnameya Wall Street Journal ku li ser zarê hinek karbidestên Amerîkayî gotibû ku Amerîka vekêşana hemû hêzên xwe ji Sûrîyê li ber çavan digire.
“Eger ev yek rast be, dê Daiş jê hez bike,” Graham di postekê der ser X’ê got.
“Ez bawer im dem dema nêzîkatîyeke nû û çavinî nû li ser Sûrîyê ye. Ez piştrast im ku gelek senator – ji herdu partîyan – heman xembarîyên min hene derbarê bertekên vekêşanê li demekê ku Sûrîyê ne aram e.”