Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Graham: Ezê Projeyaseya Parastina Kurdan Pêşkêşî Kongresê Bikim

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham îro Sêşemê got ku ew bi fikareke mezin rewşa xerab a li Sûrîyê dişopîne.

Senatorê wîlayeta South Carolîna got, "Kurd ji alîyê hikûmeta nû ya Sûrîyê ve, ku bi Tirkîyê re hevbend e, di bin gefê de ne."

Senatorê Komarî anî ziman ku "dê ji bo navûdengê Amerîkayê û berjewendîyên ewlehîya netewî karesat be ku ew dest ji Kurdên ku hevalbendên serekî yên hilweşandina xîlafeta Daişê bûn, berde."

Graham got, “Ji ber vê yekê, ezê vê hefteyê projeyaseyekê pêşkêş bikim ji bo sepandina cezayên tund li ser her hikûmet an komeke ku dijminatîya kurdan bike.”

Wî got, “Ez bawer dikim ku Projeyaseya Parastinja Kurdan (Save the Kurds Act) dê piştgirîyeke bihêz a dualî werbigire û divê xwedî hêz be da ku bibandor be.”

“Li bendê bin,” Graham got.

XS
SM
MD
LG