Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Graham: Pêwîste Amerîka Zindanên Daiş'ê li Sûrîyê Biparêze

Lindsey Graham
Lindsey Graham

Senatorê komarî Lindsey Graham îro bi zarekî tund hikûmeta demkî ya Sûrîyê rexne kir.

Senatorê wîlayeta South Carolina got,"Hûn nikarin bi rêya karanîna hêza leşkerî Sûrîyê bikin yek, wekî ku serokê hikûmeta Sûrîyê Ehmed Şeri’ hewl dide bike."

Graham anî ziman ku "Ev tevgera hêzên hikûmeta Sûrîyê li dijî endamên HSD’ê ji metirsîyê dagirtî ye. Ez hêvî dikim ku Kongirês bixwaze ku di zûtirîn dem de bihîstin û agahdarkirin pêk bîne. Ez bawer dikim ku ev dê guncaw be."

"Di dawiyê de, dema ku Serok Trump di serdema xwe ya yekem de Daiş têk bir, hêzên HSD’ê bûn yên ku li ser erdê bûn. Ez bawer dikim ku em deyndarên wan ên tiştekî baştir in,” Wî got.

Wî ragihand ku pêwîst e Amerîka zindanên ku endamên Daişê li Sûrîyê vedihewîne, biparêze.

Wî li ser platforma X’ê got,” Bi awayekî herî xurt, bawerîya min a bingehîn ew e ku divê Amerîka girtîgehên li Sûriyeyê yên ku endamên herî xirab ên Daişê vedihewînin biparêze. Bi hezaran ji van dînan di girtîgehan de hene, û heke ew derkevin, wê dojeh vebe. Ez vê yekê bi salan e dibêjim.”

Senator Graham got,”Ji bo hikûmeta Sûrîyê: haydar bin ku reva ji zindana Daişê ji bo Amerîka, Sûrîyê û herêmê karesatek e.”

“Bawerîya min ew e ku divê Amerîka di derbarê van girtîgehan de piştras be: bi her awayî parastinê bikin. Spas ji bo baldariya we ya li ser vê mijarê,” Graham got.

XS
SM
MD
LG