Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Graham: Eger Îran Girtina Hormuz Bidomîne, Trump Dê Hêzeke Leşkerî ya Mezin Dijî Wê Bikar Bîne

Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham dibêje ew piştgirîyê dide hişdarîya Serok Donald Trump bo Îranê ji bo vekirina Tengava Hormuzê.

Piştî axaftinekê ligel Trump, Senatorê Komarî Graham îro Şemîyê got: "Operasyoneke leşkerî ya berfireh li benda Îranê ye eger ew biryareke xirab hilbijêre. Ev rejîm ji hêla Operasyona Hêrsa Dastanî ve bi giranî hatiye pûçkirin. Divê serdestîya wan a terorê li dijî herêm û cîhanê bidawî bibe û em hêvî dikin ku ew yek bi rêkeftineke aştîyê pêk were."

"Piştî axaftina xwe ya bi Serok Trump re, Ez bawer dikim ku eger ew girtina Tengava Hormuzê berdewam bikin û çareserîyeke dîplomatîk red bikin da ku bigihîjin armancên me yên leşkerî, ewê (Trump hêzeke leşkerî ya mezin li dijî rejîmê bikar bîne," wî got.

"Eger ji Îran û yên din re ne zelal be ku Serok Trump dê tiştê ku dibêje bike, ez nizanim dê kengî fêm bikin. Biryarên aqilmend bidin."

Wexteke zûtir îro Şemîyê, Serok Trump hişdarîyeke nû da rejîma Îranê û got ku divê Îran rêkeftinekê pêk bîne yan jî Tengava Hormuzê veke.

"Bînin bîra xwe dema min 10 roj dan Îranê da ku peymanekê bike yan jî Tengava Hormuzê veke," Trump li ser platforma Truth Social got.

"Dem kêm dibe. 48 demjimêr mane berî ku dojeh bi ser wan de were," Serokê Amerîkayî got.

Serok Trump di 26'ê Adarê de ragihandibû ku ew heta 6'ê Nîsanê demê dide rejîma Îranê bêyî ku artêşa Amerîkayê êrîşî binesazîya enerjîya Îranê bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG