Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Graham, Daxwaza Firehkirina Peymana Abraham Dike

Senatorê Komarî Lindsey Graham
Senatorê Komarî Lindsey Graham

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham roja Yekşemê piştgirîya xwe ya xurt ji stratejiya nû ya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya li hember Îranê ragihand.

Wî got ku her peymaneke dirêjdem a bi Tehranê re divê girêdayî firehkirina peymana Abraham be, ku tê de Erebistanan Siûdî û welatên din ên girîng ên Misilman bi Îsraîlê re têkiliyên normal ava bikin.

Graham got: “Heke di encama van danûstandinan de ji bo bidawîkirina nakokiyên bi Îranê re, hevalbendên me yên Ereb û Misilman li herêmê bi peymana re bibin yek, ev peyman dê bibe yek ji peymanên herî girîng di dîroka Rojhilata Navîn de.”

Wî zêde kir ku tevlêbûna Erebistana Siûdî, Qeter û Pakistanê di Peymana Abraham de dê ji bo herêm û cîhanê “guherînek mezin” be.

Senator Graham bang li Riyadê û welatên din kir ku “bi wêrekî” ji bo pêşeroja Rojhilata Navîna nû gavan bavêjin. Wî got ku ew hêvî dike, wekî ku Trump pêşnîyaz kiriye, ku van welatan bi Peymana Abraham re bibin yek û bi vî awayî nakokîyên Ereban û Îsraîlê bi dawî bibin.

Herwiha Graham hişyarî da ku redkirina vê rêbazê dikare bandorên neyînî li têkilîyên pêşerojê yên bi Amerîkayê re çêbike.

Di dawîyê de, Graham ji Donald Trump xwest ku di danûstandinên bi Îranê re “li ser helwesta xwe raweste” û di heman demê de givaştinê li hember Erebistana Sîûdî û welatên din yên Ereb û Misilman bikar bîne da ku beşdarî peymana Abraham bibin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG